Li Cerablusê otombîleke bombekirî bi karwaneke Tirkiyê de teqiya
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî dema karwaneke hêzên Tirkî diçû binkeya El Bildeq yê Cerablusê, bi rê de otombîleke bombekirî bi wê karwanê de teqiya.
Rewangeh tekez dike, di encama wê teqînê de kuştî û birîndar ji hêzên Tirkiyê çê bûn û ji bo nexweşxaneya Tirkiyê hatin veguhastin. di heman demê de jî firokeyên Tirkiyê li esmanê wê navçeyê digeriyan.
Ji aliyê xwe ve, ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, li Cerablusê di encama teqîna otombîleke bombekir bi hêzên Tirkiyê de 5 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 12 serbaz jî birîndar bûn.
Ev yek di demekê de ye, ji dema dagîrkirina Tirkiyê ji herêmên Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî zêde teqîn rû didin. Duhî jî li bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû dabû û di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dabûn û hejmarek kes birîndar bûbûn.
K24
S. B