Du keçên din ên Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin
Serokê mala Êzdiyan Şêx Ziyad Evdal ragihand, ev 2 meh in, hêzên asayîşa Rojava û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2 keçên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê rizgar kirin û radestî mala Êzdiyan kirine û ew ê wan herdû jinan radestî encûmena jinan bikin li Şingalê.
Navê wan herdû keçan, Rîma Newaf temen 20 salî li Minbicê hatiye dîtin û navê ya din Elmas Selîm a temen 19 salî ye û li kampa Holê hatiye dîtin û herdû jî ji yekem roja êrîşa DAIŞê ser Şingalê ketibûn destê DAIŞê.
Rîma Newaf ji Rûdawê re ragihand ku ev 5 sal bû di destê DAIŞê de bû gelek kêfxweş e ku dê vegera nav kesûkarên xwe û got ku çekdarên DAIŞê ew biriye, Mûsil, Reqa, Minbic, Dêrezor û Felluceyê li Iraqê û got, “Elhemdulla ji Xwedê re ku ji destê DAIŞê xilas bûm.”
RÛDAW