Herêma Kurdistanê û Bexda li ser budce û petrolê rêkeftin

December 5, 2019

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêmê û Bexdayê derbarê pirsên petrolê, qerzan û budceyê rêkeftine.

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  Awat Şêx Cenab di konferanseke rojnamevanî de ligel şanda Herêmê bo Bexdayê, ragihand, wan karî rêkeftinê li ser petrolê bikin û rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya Somo dikin.

Amaje bi wê da, wan karîne bi Hikûmeta Iraqê re derbarê qerzan de bihgihin hevtêgihîştinekê.

Diyar kir jî, heger rêkeftin li Bexdayê bê bicihkirin, pirsgirêka mûçeyan namîne. Hikûmeta Herêmê jî derbarê dana mûçeyên fermanberan de berpirsyar e.

Wezîrê Darayî da zanîn: “Pêştir, biyara birîna budceya Herêma Kurdistanê siyasî bû û ji bo budceya sala 2020ê, niha top li meydana Parlemana Iraqê ye, em wek şanda danûstandkar ya hikûmetê, me karê xwe temam kiriye û erkê parlemanterên Kurd li Bexdayê ye di dema guftûgokirina li ser budceyê, berevaniyê li mafên xelkê Kurdistanê bikin û biçespînin.”

Awat Şêx Cenab diyar kir, danûstandinên vê carê yên bi Bexdayê re serkeftî bûn û di rêkeftinê de berjewendiyên her du aliyan li ber çav hatin girtin.

K24

S. B

 

Please reload