Xwepêşanderên Necefê careke din konsolxaneya Îranê şewitandin
Xwepêşanderên bajarê Necef a li başûrê Iraqê, bo cara sêyem konsolxaneya Îranê ya li bajar şewitandin.
Şeva borî 03.12.2019ê xwepêşanderên Necefê lastîkên wesayîtan li pêş konsolxaneya Necefê şewitandin û piştre agir berbû konsolxaneyê jî.
Berî naha şeva 27.11.2019ê cara yekem xwepêşanderên Necefê konsolxaneya Îranê şewitandin û piştre jî roja 01.12.2019ê cara duyem agir berdan konsolxaneyê û ev cara sêyeme tê şewitandin.
Berî naha jî meha borî roja 03.11.2019ê xwepêşanderên Kerbela ya başûrê Iraqê dijî destwerdana Îranê ya li karûbarên navxwe ya Iraqê, êrîş kirin ser konsolxaneya Îranê ya li bajar û şewitandin.
BasNews