Tiramp: Artêşa Emerîkayê neba; Kurd ne dikarîn li Sûriya bijîn
Li gor ragehandineke Koçka Sipî ku derbarê wê konfiransa rojanamevanî ye, Tiramp li ser hêlana Kurd li Sûriya û bandorên wê yekê gotîye: Nexêr, Me Kurd nehêlane û Em kar li gel Kurd dikîn.
Tiramp ragehandî ye jî: Me peywendîyeke gelek baş li gel Kurd Heye û Me destên xwe jî xistîye ser petrolê.
Serokê Emerîka aşkera jî kirîye, divîya li hinek cihên din ku Em têde bûyîn, Me her ew kar derbarê petrolê bikriba, ez dikarim navên çar ji wan cihan bihînim.
Amaje bi wêyekê jî daye, ku hêzên din dixwaztin petrolê ji Kurdan zeft bikin li Sûriya, lê Emerîkayê rêgirî ji wê yekê kirîye. Li gor axivtinên serokê Emerîkayê, heke artêşa Emerîkayê ev karê hanê li Sûriya nekiriba, Kurd nedikarî bijîn û bijêwa jîyana xwe peyda bikin.
K24