PAK û PSK: Em beşdarî civîna tifaqa neteweyî nabin

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ew dê beşdarî civîna “tifaqa neteweyî” ya partiyên Bakurê Kurdistanê nebin.

îro roja çarşemê 04-12-2019an Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji ajansên nêzîkî PKKê ra aşkere kiribû 10 partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê wê sibehê li Diyarbekirê bi armanca tifaqa neteweyî li hev bicivin û PSK û PAK jî wê beşdarî civîna sibehê bibin.

PAK û PSKê bi daxuyaniyeka hevpar ragihandin wan pêşniyaza beşdariya civînê red kiriye. Herçend wan ew yek ji wan partiyan jî ra aşkere kiribe îro di nûçeyan da ew li wê yekê rast hatine ku goya wê PAK û PSK jî beşdarî civînê bibin.

Di daxuyaniya PAK û PSKê da hatiye gotin:“Li ser navê ‘’10 partî û hereket’’an çend roj berê pêşniyarîyek ji partîyên me re(PAK û PSK) hatibû kirin ku em jî beşdarî civîneke ku di roja 05.12.2019an de bi armanca pekanîna ‘’tifaqa netewî’’ bê kirin bibin. Pêşnîyarîya ku weke ‘’10 partî û hereket’’an ji bo pêkanîna ‘’tifaqa netewî’’ ji me re anîbû, me weke PAK û PSK,di nav rêvebirîya partîyên xwe de nirxandin û me biryar da ku beşdarî wê civînê nebin.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da hatiye gotin:”Me biryara xwe ya ku em beşdarî wê civînê nabin, bi dîyar kirina sebebêb wê ve, di roja 04.12.2019an bi nameyekê li ser navê herdu partîyan me ji alîyên peywendîdar re şand.Em di wê fikrê de bûn ku vê nameyê di rojên pêş de bi raya giştî re jî parve bikin. Lê îro(04.12.2019) di hinek nûçeyên ku belav bûne de, me dît ku hinek agahdarîyên xelet hene ku dibêjin ‘’Li gorî agahdarîyên ku me wergirtine, PAK û PSK jî dê beşdarî vê civînê bibin.”

BasNews