Li Xaneqînê 6 gund hatine valakirin: Pêşmerge ketiye amadebaşiyê

Ji ber hikûmeta Iraqê niha di rewşeke xirab re derbas dibe, liv û tevgerên DAIŞê li sînorê navçeyên cihê nakokiyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, zêde bûye û 6 gundên Xaneqînê ji tirsa çekdarên DAIŞê hatine valakirin.

Ji ber zêdebûna liv û tevgera çekdarên DAIŞê, li sînorê qezaya Xaneqînê 6 gundên Kurdan hatine valakirin. Xelkê wan gundan dibêjin, DAIŞ dîsan bihêz bûye û tevgerên xwe li navçeyê zêde kirine.

Ehmed Xêdan niştecihekî gundê Bawe Plawe ye û dibêje: “Em derdora 70 malan bûn, piştî 16ê Cotmehê de rewş wiha lê hat ku em bûne 20 mal. Niha rewş bi awayekê ye ku roj li pey roj xirabtir dibe. Lê belê spas ji xwedê re Pêşmerge li vir in, eger ew li vir nebana, ew 20 malên mayî jî nediman û me dê gund vala kiriba.”

Mihemed Cebar niştecihekî din ê heman gundî ye. Ew jî derbarê rewşa gundê xwe de dibêje: “Rewşa gundiyan pir xirab e. Ji 70 malî tenê hejmareke kêm mane, DAIŞê li vê navçeyê bihêz bûye û bi şevan dengê teqekirinên wan tê bihîstin.”

Piştî ku çekdarên DAIŞê li navçeya Neftxane û Newcûl êrîşî hêzên Iraqê kirin, serbzekî artêşê û 5 çekdarên Heşda Şeibî kuştin û 15 çekdar jî birîndar kirin, rewşa wê navçeyê xirabtir bûye.

Bi sedema zêdebûna tevgerên DAIŞê, Hêzên Pêşmerge li sînorê nêzîkî Xaneqînê di amadebaşiyê de ne.

Fermandarê Lîwaya 3 a Bejayî ya Pêşmerge, Emîd Dilêr Şukur ji Rûdawê re got: “Niha DAIŞ ji yekîneyan derbasî qonaxeke din bûye û bûye hêzeke mezin û xwe birêxistin kiriye. Berpirsyariya wê yekê jî li stuyê hikûmeta Iraqê ye, çimku ew cih navçeyên emnî yên berfireh in û nedihêle em biçin wan deveran biparêzin, ne bi xwe jî dikarin biparêzin. Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê li hemû wan cihan amade ye û çeperên xwe amade kirine.”

Li gor zanyariyên istixbarayî yên Hêzên Pêşmerge, DAIŞê di maweya 15 rojên bihorî de 30 çekdarên perwerdekirî bi serpireştiya emîrekî xwe yê biyanî şandiye sînorê Xaneqîn, Gulale, Qeretepe û Guleco û ji bo êrîşkirina ser artêşa Iraqê û hêzên leşkerî yên li wî sînorî plan danîne.

Efser ji Istixbarata Hêzên Pêşmerge, Muqedem Ehmed Mistefa dibêje: “Li gor zanyariyên ji çavkaniyên me ve, çekdarên DAIŞê 2 ketîbeyên xwe bi navê Ketîbeya Omer û Ketîbeya Osman birine sînorê Xaneqînê.”

Her li gor zanyariyên istixbaratî yên artêşa Iraqê û Polîsê Nehiştina Tawanan, hejmara çekdarên DAIŞê li sînorên Diyale, Selahedîn û Kerkûkê 1500 kes derbas kiriye.

Ji ber tevgerên DAIŞê li deşta Qerac û Mexmûrê û herwiha li rojavayê Çiyayê Qereçûxê jî, ku navçeyeke stratejîk e û sînorê her çar parêzgehên Hewlêr, Mûsil, Kerkûk û Selahedînê bi hev re girê dide, zêdetirî 40 gundan hatine valakirin, piraniya wan jî gundên Kurdan in.

Ji sala 2018 ve heta niha Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serpireştiya Amerîkayê bi hevahengiya Hêza Pêşmerge, zêdetir ji 150 caran binke û veşartgehên DAIŞê li wê navçeyê bombebaran kirine.

DAIŞê sûd ji wan navçeyên vala dîtiye ku dikevne navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî. Zanyariyên serbazî wê yekê aşkere dikin, ku heta dem zêdetir derbas dibe, çekdarên DAIŞê baştir xwe birêxistin dikin.

Kurd, vegera Hêzên Pêşmerge bo deverê wek yekane çareser bo pirsgirêkên ewlehiyê yên navçeyên cihê nakokiyê dibînin û daxwaz ji Bexdayê dikin, ji bo kontrolkirina tevgerên DAIŞê pêwîst e Hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyan.

Fermandarekî Pêşmerge ji Mîhwera 6 a Hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûrê, Ziryan Îsmaîl ji Rûdawê re dibêje: “Niha DAIŞ li bûyerên Iraqê temaşe dikin, daku bizain bûyer digihin kuderê. Renge eger rewş ji ya niha xirabtir bibe, DAIŞî jî bên.”

Ew fermandarê Pêşmerge tekez dike: “Li navçeyê ti astengî li pêşiya DAIŞê nîne û navçe hemû beredayî maye, lewma ew jî bi kêfa xwe tên û diçin. Çaresera herî dawî ev e ku rêkeftin ligel hikûmeta Iraqê bê kirin, daku bi hevbeşî ew sînor bêne parastin.”

RÛDAW