Stenbol- 5 layangirên Demirtaş hatin desteserkirin
Ji ber nexweşiya heveserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehdîn Demirtaş çend layangirên Demirtaş li Taksîmê Stenbolê duhê êvarê xwepêşandan encam dan û daxwaz ji hikûmetê kirin ku ew bo nexweşxaneyê bihê veguhestin were tedawîkirin.
Ligor ajansên medyaya Tirkiyê belav kirine, hêzên emnî rêliber xwepêşandanan girtine û 5 xwepêşander hatine desteserkirin.
Parêzer û xwişka Selehedîn Demirtaş, Aygul Demirtaş ji ser tora medyaya civakî ji ser twetterê belav kiribû ku rewşa tendirustiya Demirtaş baş nîne û îdareya girtîgehê destûr nedaye ku Demirtaş bo nexweşxaneyeka din were veguhestin. Piştî wê daxuyaniya Aygul Demirtaş, derbarê rewşa tendurisiya Demirtaş da gelek kesan nerazîbûnên xwe anîn ziman û Selehedîn Demirtaş bo Nexweşxaneya Zankoya Edirneyê hat veguhestin û li wir tedawî bû.
BasNews