Amerîka bi tundî hayedarî da Tirkiyeyê
Tirkiye beriya niha gotibû jiber ku welatên endam di NATOyê de piştgîrî nadin operasiyona Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û YPG weke terorîs pênase nakin, emê li dijî pilana ewlekarî ya NATOyê ya li welatên Baltîk bisekinin.
Duhê bişev wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper hayedarî daye Tirkiyeyê û gotiye nabe Tirkiye li dijî pilana hana bisekine û ji çarçoveya NATO derkeve.
Esper herwiha eşkere kir ku welatên din yên NATO gotinên Tirkiyeyê yên derbarê hebûna metirsî bo ser Tirkiyeyê qebûl nekin û bi ti awayî YPG jiber Tirkiyeyê weke tevgereke terorîstî bilêv nekin.
Esper got; Em ya endamên din yên NATO ne neçarin ku weke Tirkiyeyê bihizrin û tiştên ku Tirkiye dibêje gefên weke gef wan qebûl bikin.
KTV