Serokê herêmê û Serokwezîr serdana Îmaratê kirin
Piştî nîvroya roja 1/12/2019 li ser vexwandina fermî ya Cîhnişînê Ebû Zebî, gehîştîne Ebû Zebî bo beşdarî kirin di merasîma misabiqeya xelata Îmarat Formula 1.
Di çarçoveya serdana han de me li gel her yek ji Cîhnişînê Ebû Zebî Cîgirê Fermandarê bilind yê hêzên çekdar yên Îmaratê û Serokê civata cîhbicîhkar ya Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayêd Alnehiyan û Cîgirê Serokê Îmaratê, Serokwezîr, wezîrê berevanî û fermanrevayê Dubayî Şêx Mihemed Bin Raşêd Almektûm, Cîhnişînê Erebistana Siûdî, Mîr Mihemed bin Selman, Serokê Ermenistanê Armen Sarkissian, Serokê Tataristanê Rustem Minnihanov û hijmarek şah, Serok, Serkirde û wezîrên welatên mêwan yên beşdar di merasîmê de, hevdîtin pêk anî.
KTV