Şandeka ENKSê vê hefteyê ligel Sergey Lavrov dicive

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nava vê hefteyê da wê seredana Moskowê paytexta Rûsyayê bike û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bicive.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) Dr. Kawa Azîzî, ji BasNwsê ra axivî û aşkere kir roja pêncşemê ya vê hefteyê wê şandeka ENKSê serdana Moskowê bike û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergeyl Lavrov ra bicive.

Herwiha Kawa Ezîzî da zanîn ku Rûsyayê bi awekî fermî ENKS vehewandiye û li ser nivîsandina destûra nû ya Sûriyê wê hevdîtin bihê encam dan û ENKS jî di nava komîteya destûrê da cîh digire.

Di berdewamiyê jî da Kawa Azîzî amaje bi wê yekê kiriye hewleke ciddî heye bo yekdengî di navbera partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêk were û dawî li dagirkeriya çekdaran pêk were.

Hêjayî bi bîrxistinê bere jî çendîn caranên şandên ENKSê serdana Rûsyayê kiribû û bi berpirsên Wezareta Derve ya Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê yê bo Karûbarên Sûriyê ra civiya bû.

BasNews