top of page

Sînemxan Bedirxan dihête xelatkirin

Wezareta Rewşenbîrîya Herêma Kurdistanê wê sibehê Sînemxan Bedirxan xelat bike.

Nivîskarê malpere me BasNewsê Konê Reş ji peyamnêrê malpera me ra aşkere kir sibehê roja yekşemê 01/12/2019an Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê di merasîmeka taybet da weke rêzgirtin ji kar û xebatên dotmîr Sinemxan Bedirxan keça (Celadet Alî Bedirxan) wê xelat bike.

Herwiha Konê Reş aşkere jî kir wê merasîm di saet 16:00an da Hola Pêşewa birêva biçe. Tê çaverêkirin gelek rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî di merasîmê da amade bin.

BasNews

30/11/2019

bottom of page