top of page

Li Kurdistanê coreyeke nû ya mirîşkan hat dîtin

Li Herêma Kurdistanê, coreyeke nû ya mirîşkan hat dîtin û navê wê coreya mirîşkan jî “Mirîşka Kurdistanê” hate danîn.

Coreya weke Mirîşka Kurdî yan jî Mirîşka Kurdistanê tê naskirin, ji sê coreyên mirîşka çêbûye û ji aliyê zanistî ve jî cudahên wê coreyê ji coreyên din ên mirîşka hatiye îspatkirin.

Li navçeya Quştepe ya Hewlêrê welatiyê xwediyê çewlika mirîşkan ê bi navê Reşîd Mihemed Qadir “Mirîşka Kurdî” yekem car ew core berî sê salan dîtiye.

Reşîd Mihemed Qadir ku mirîşk û dîkilên ji Amerîka, Bulgaristan û Hollandeyê anîne cot kirine û piştre ew coreya melez (têkil) ligel mirîşka Kurdî cot kiriye û di encamê de coreyeke nû ya mirîşkan derketiye holê.

Li Hewlêrê û bajarên din ên Kurdistanê xwediyê çewlikên mirîşkan, li çewlikên xwe vê coreyê nû ya mirîşkan ku weke Mirîşka Kurdî tê naskirin xwedî dikin. Nirxê vê coreya mirîşkan, heta 5 hezar dolaran diçe.

Xwediyê çewlika mirîşkan Îbrahîm Hedad ku di pêşbirka şaciwaniya mirîşkan de berî sê salan li Hewlêrê mirîşka wî bibû yekemîn, ji Rûdawê re got: “Xwedîkirina vê coreyê mirîşkan zehmetiyên xwe hene. Xerciyên xwedîkirina wan zêde ne. Di heyama salekê de giraniya wan dibe 3 kîlo û salane 100 heqan tînin.”

Bi gotina Îbrahîm Hedadî, li gor taybetmendiyên mirîşkê nirxê wê di navbera 100 heta 1000 dolaran de tê guhertin. Hedadî dibêje: “Cota nirxê heqên wan jî di navera 5 hezar heta 10 hezar dînaran de te guhertin.”

Li gor rengên xwe 6 coreyên wan hene û bi taybetî yên belek û reş zêde têne firotin.

Serokê Beşa Kiştûqaliyê li Zanîngeha Selahaddînê Dr. Yûsif Berzencî derbarê mirîşka Kurdî de dibêje li gor lêkolînên wan ên heta niha ew coreya mirîşkan nû ye.

Dr. Yûsif Berzencî got: “Ji bo ji aliyê zanistî ve were îspatkirin, me bi piştevaniya Navenda Mafên Ajelan a Kurdistanê û xwediyên çewlikên mirîşkan DNA vê mirîşkê û coreyên din ên mirîşkan dan ber hev. Me DNAya mirîşkên Amerîkî, Belçîkî, Hollandî, Fransî û Almanî dan ber 12 mirîşkên Kurdî. Di encama lêkolîna me de derket holê ku Mirîşka Kurdî hinek taybetmendiyên xwe hene.”

Bi gotina Berzencî di encama lêkolînên wan de derket holê ku mirîşka Kurd ji sedî 25 taybetmendiyên xwe yên cuda hene ji coreyê mirîşkên din.

Berzencî diyar kir ku li gor wan pîvanan ew dikarin binêjin mirîşka Kurdî coreyeke nû ya mirîşkan e.

Dr. Yûsif Berzencî herwiha da zanîn ku encamên lêkolînên wan dê li kovareke zanîstî ya navnetewî de re weşandin û got: “Eger zêdetir lêkolîn derbarê vê mirîşkê de were kirinî em dikarin vê weke Mirîşka Kurdî yan a Kurdistanî li cîhanê bidin nasîn.”

RÛDAW

bottom of page