top of page

Putin: Bi piştevaniya Kurdan em li Sûriyê gihiştin serkevtinê

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekez kir ku ew bi piştevaniya Kurdan gihiştine destkevtên li Rojava û Sûriyê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Nalçik ê wî welatî beşdarî, ‘Konseya Peywendiyên Di Navbera Grûpên Etnîk’ de bû.

Vladimir Putin derbarê peywendiyên Rûsya û Kurdan de got ku her tim, “peywendiyên me yên baş û dîrokî li gel Kurdan hebûne” û diyar kir, “Ji xwe ew tişta ku li niha li sînorê Tirkiye û Sûriyê hatiye bidestxistin bi piştevaniya wan û li gor berjewendiya wan birêve diçe.Vê yekê têdigihijin û ji dil nêzîk dibin.”

Serokê Rûsyayê got jî, “Li navçeyên Kurdî polîsê me yê leşkerî gelek baş tê pêşwazîkirin. Ji ber ku xelk dibîne artêşa Rûs ji bo parastina wan diçe û têdigihijin. Ev rastiyek e zelal e.”

Putin herwiha got ku ne muhîm e bê ka kî çi dibêje û got, “Lê ew têdigihijin ku ew ne peywndîdar in bi helwesta dezgehên fermî.”

Ev daxuyaniyên Putin di demekê de ku piştî vekişîna serbazên Amerîkayê û herwiha destpêkirina êrişa Tirkiyê bo ser Rojava, hêzên Rûsî li piraniya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê taybet jî li deverên sînorî belav bûne.

RÛDAW

bottom of page