Li ser Rojavayê Kurdistanê nakokî dikeve navbera Macron û Erdogan
Serokê Fransayê Emmanuel Macron rexne li êrîşa Tirkiyê ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtibû, herwiha ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Kurdan jî, NATO bi “mejî mirî” binav kiribû.
Di bersivê de, Erdogan gor: Macron tênagihe metrisiyên terorê û kesekî bê ezmûn e û mejiyê wî miriye.
Ragihand jî, Serokê Fransayê nikare behsa endametiya Tirkiyê di NATOyê de bike û divê destpêkê ew xwepêşandanên li welatê xwe çareser bike.
Fransa ji ber axaftinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bang li Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê kir.
Berpirsekî Farsanyê dibêje: Erdogan bi axaftinên xwe Serokomarê Fransayê Emanuel Macron bêrûmet kiriye û ji ber vê yekê wan jî bang li Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê İsmail Hakki Musa kirine û xwestine gotinên Erdogan zelal bike.
K24
S. B