Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser êrişa terorîstî ya Kuleco peyamek belav kir

November 30, 2019

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek li ser êrişa şeva borî ya nahiya Kuleco ya Kifrî belav kir.

Şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî hêzên asayişa nahiya Kuleco ya bajarê Kifrî kirin, di encamê de berpirsê asayişa Kuleco, Simko Elî û du karmendên asayişê şehîd bûn, 5 karmendên asayişê û sê sivîl jî birîndar bûn.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser wê êrişê peyamek belav kir û serexoşî da malbata wan şehîdan. Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

Mixabin duhî şev di encama êrişa terorîstên DAIŞê de li nahiya Kuleco ya Kifrî, berpirsê asayişa wir û du karmendên asayişê şehîd bûn û çend karmend jî birîndar bûn.

Ez serexoşî li malbatên wan şehîdan dikim û hêvîdar im Xudayê mezin wan bi biheştê şa bike, ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.

Ev êrişa terorîstî nîşan dide ku ev rêxistina terorîstî hîn bi temamî nehatiye şikandin. Me gelek caran jî di vî warî de hişyarî dabû. Ji ber wê jî divê civaka navdewletî di şerê DAIŞê û nehîştina sebebên derketina terorê de li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be.

BasNews

 

 

Please reload