Li ser Rojavayê Kurdistanê nakokî dikeve navbera Macron û Erdogan

November 30, 2019

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, bersiva çend daxuyaniyên Serokê Fransayê dide û wî bi kesekî “bê ezmûn“ û “mejî mirî” binav dike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron rexne li êrîşa Tirkiyê ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtibû, herwiha ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Kurdan jî, NATO bi “mejî mirî” binav kiribû.

Di bersivê de, Erdogan gor: Macron tênagihe metrisiyên terorê û kesekî bê ezmûn e û mejiyê wî miriye.

Ragihand jî, Serokê Fransayê nikare behsa endametiya Tirkiyê di NATOyê de bike û divê destpêkê ew xwepêşandanên li welatê xwe çareser bike.

Fransa ji ber axaftinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bang li Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê kir.

Berpirsekî Farsanyê dibêje: Erdogan bi axaftinên xwe Serokomarê Fransayê Emanuel Macron bêrûmet kiriye û ji ber vê yekê wan jî bang li Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê İsmail Hakki Musa kirine û xwestine gotinên Erdogan zelal bike.

K24

S. B 

 

Please reload