Tiramp: Alîkarîya Kurd dikîn
Serokê Emerîka tekez dike li Suriya dê bimînin û alîkarîya Kurd dikin.
Serokê Emerîka, Donald Tiramp, duhî di seredaneke hişkav de gehişte Evxanistanê û li gel Eşref Xenî, serokê wî welatî civîya.
Tiramp di konfiranseka rojnamevanî de, behsa rewşa deverê kir û ragehand: Derbarê Sûriya, Em nahêlîn bîyavên petrolê bikevin di dest Daişê de û di vî warî de alîkarîya Kurd dikîn.
Ev di demekê de ye, piştî operasyona Tirkiya bo ser Rojavaya Kurdistanê, Tiramp biryara vekişandina hêzên Emerîkayê ji piranîna deverên Rojavaya Kurdistanê da. Dûv re jî hêzên xwe vegerandin çend bingehên ku berê têde bûn.
K24