top of page

Li Iraqê di dema xwenîşandanan de 18 kes bi guleyan hatine kuştin

Li Necefê, bajarê li başûrê Iraqê, xwenîşandanên li dijî hikûmetê berdewam dikin ku li Iraqê herî zêde Şiî li vî bajarê dijîn. Hêzên ewlekariyê midaxeleyî çalakiyan kiriye û di encamê de 18 kes hatine kuştin û ya kêm 350 kes birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, rayedarekî Navenda Tipa Edlî got, çalakvan bi guleyan hatine kuştin.

Şahidên bûyerê li Necefê jî gotin ku kesên kincên sivîlan li xwe kiribûn êrîşî çalakvanan kirin û gule bera wan dan. Xelîl Îsmaîl, polêsê Midûriyeta Ewlekariya Necefê diyar kir ku ekîbeke ji têkoşîna dijî terorê hat Necefê.

Fermandarê leşkerî şandine Necefê

Di vê navberê de Adil Ebdilmehdî, Serokwezîrê Iraqê ji bo "pêkanîna evlehiya" Necefê, General Elî Haşîmî wekî fermandar tayîn kiriye.

Çalakvan ji bo zextê li hikûmetê bikin, 4 roj e ku pireyên li Necefê ji çûyîn û hatinê ra girtine.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistan24ê biryar hatiye standin ku Parlamentoya Îraqê, roja yekşemê civîneke neasayî derbarê xwenîşandanan li dar bixe.

Di ragehandineka serokatîya Civata Nwênerên Îraqê de, daxwaz ji endamên Civatê hatîye kirin, di civîna neasayî li roja yekşemiya dahatî de amade bin, ku taybet dibin bi xwenîşandan û bûyerên Nasirîye û Necefê.

Li gor nûçeya çend dezgehên mêdyayî yên Îraqê jî. Mehemed Helbûsî, serokê Perlemanê, nîyaz heye dest ji kar vekişîne.

Çalakiyên li Iraqê

Li Iraqê ji bo bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê protesto bikin di 1ê Çiriya Pêşiyê de çalakî dest pê kiribûn. Heta niha di çalakiyan de ji 300î zêdetir kes hatine kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne. (FD)

Fotograf: AA

Bianet

bottom of page