top of page

Berpirsekî kurd: Li Kerkûkê bi hezaran donim zeviyên kurdan dane ereban!

Berpirsekî kurd li Kerkûkê ragihand, bi hezaran donim erd û zeviyên kurdan ji destê wan hatine derxistin û li ser navê ereban hatine tapokirin!

Berpirsê liqa 3 ya PDKê li Kerkûkê, Mihemed Xurşîd ji BasNewsê re got, ew erebên ku di dema rêjîma Beis ya Iraqê de li Kerkûk û deverên Kurdistanî hatine bicîhkirin, li dadgehê gilî li cotkarên kurd yên devera Pelkane ya bajarokê Dûbiz kirine û ji dadgehê re gotine qaşo ew erd û zevî yên wan in!

Mihemed Xurşîd her wiha got, dadgehê jî giliyên wan pesend kiriye û ferman daye erd û zeviyên kurdan li ser navê ereban bên tapokirin!

Wî berpirsê PDKê da zanîn, dadgehê ew ferman li ser bingeha fermanên “encumena serkirdetiya şoreşê” ya rêjîma Beis ya Iraqê daye û got, ew qanûn niha jî li dijî kurdan tê bikaranîn!

Bi gotina wî berpirsê kurd, armanc û qesta wan karan ew e ku demografiya Kerkûkê û deverên Kurdistanî biguherînin û kurdan ji wan deran derxînin!

BasNews

bottom of page