Serokomariya Tirkiyê: Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serdanake fermî diçe Tirkiyê û biryar e ligel rayedarên wî welatî bicive.

Li gor daxuayniya Serokomariyê Tirkiyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 28ê Mijdarê serdana Tirkiyê dike.

Li gor bernameyê biryar e Mesrûr Barzanî saet 13.30 ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hevdîtinê bike û pişt re civîne rojnamevanî ya hevbeş saz bikin.

Herwiha Barzanî her îro dê saet 17.00 ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bê pêşwazîkirin.

RÛDAW