4 sal di ser kuştina Tahîr Elçî ra derbas bû!
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, 28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê dema li ber Minareya Çar Ling a li Sûra Amedê beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bû hatibû kuştin.
Heta aniha di derbarê kuştina Tahir Elçî die ti pêşketin nebû û doz li ti kesî venebû û tikes nehat girtin.
Baroya Amedê, ji bo lêkolîna kuştina Elçiyi serî li Forensic Architectureyê dabû. Forensic Architecture-ê delîlên dîtbarî, yên deng û belgefilm ên Baroya Amedê pêşkêşî wan kirine, analîz kiribû. Li gorî van delîlan û li gorî çêbûna bûyerê modeleke sêber a bûyerê çêkiribû. Bi vî awayî lêkolînek li ser bûyerê kiribû û di rapora xwe da belav kiribû ku Tahîr Elçî bi teqeya polîsan miriye.
Bi minasebeta bîranîna Tahir Elçî Baroya Amedê vê hefeyê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê wê çalakiyên bîranînê lidar bixe.
BasNews