Çekdarên rejîmê Kolberekî Kurd kuştin û pereyên vî dizîn
Li gor nûçeyeke dezgeha Hengav bo mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên ser bi rejîma Îranê êrîşî ser hijmareke Kolberên Kurd li sînorê Seqizê kirine.
Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd canê xwe ji dest daye û du kolberên din jî bi dijwarî birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê kiriye ku çekdarên ser bi rejîma Îranê pereyên kolberê ku canê xwe ji dest daye dizîne û ji xwe re birine.
KTV