Parlementera êzîdî: Me daxwaza zêdekirina pişka êzîdiyan kiriye
Endameka êzîdî ya parlementoya Iraqê ragihand, wan bo zêdekirina parlementerên êzîdî li parlementoya Iraqê îmze kom kirine, serokatiya parlementoyê jî qebûl kiriye.
Endama parlementoya Iraqê, Xalide Xelîl, ku kurdeka êzîdî ye, ji BasNewsê re got, niha li parlementoya Iraqê tenê nûnereka êzîdiyan heye. Lê beşek mezin ji kurdên êzîdî jî niha li Duhokê dijîn, lazim e ew jî li parlementoya Iraqê xwedan nûner bin, ji ber wê jî me bo zêdekirina pişka êzîdiyan li parlementoya Iraqê îmze kom kirin.
Xalide Xelîl her wiha got, xoşbextane beşek mezin ji parlementeran îmze dan. Niha 68 îmze hatine komkirin. Me îmze dan serokatiya parlementoya Iraqê, ew jî razî bûn. Niha komîsyona qanûnê ya parlementoyê li ser kar dike.
BasNews