top of page

Nasnameya wan Daişan aşkera dibe; ewên bi kuştina Êzdîyan tawanbarin

Neteweyên Hevgirtî, nasnameya wan çekdarên Daişê aşkera dike, ewên bi kuştina Kurdên Êzdî tuhemetbar in.

Kerîm Esedxan, serokê tîma Neteweyên Hevgirtî bo vekolînê ji tawanên Daişê li Îraqê ragehand: Vekolînên wan nasnameya 160 endamên rêkxistîya Daişê aşkera kirîne ku bi kuştina Kurdên Êzdî li sala 2014yê tuhmetbarin û niha mijûlî amedekirina sikalaya yasayî ne li ser wan.

Nêzîke dû salane ev tîma ser bi Neteweyên Hevgirtî hatîye pêkhînan bo vekolîn û komkirina belgehan û bi dekomêntkirina tawanên Daişî li Îraqê.

K24

bottom of page