Alî Babacan: Kurd li Tirkiyê pêkhateyeke sereke ne

Alî Babacan ku tê pêşbînîkirin heta dawiya îsal partiyekê damezrîne, derbarê pirsa Kurd de got: “Aliyê dîrokî yê pirsa Kurd heye. Kurd pêkhateyeke sereke yê vî welatî ne.”

Alî Babacan, ku yek ji damezrênerên AK Partiyê bû û Tîrmeha îsal dest ji wê partiyê kişand, hûrgiliyên partiya xwe ya nû ji televîzyoneke Tirkî re aşkere kir û ragihand ku berî hatina serê salê, ew dê partiya xwe ya nû damezrîne.

Derbarê îstifa kirina xwe ya ji AK Partiyê de Babacan got: “Giliyên me hebûn ku li Tirkiyê mafên demokratîk têne binpêkirin. Me digot serweriya hiqûqê tê tinekirin. Her diçû patî ji nirxên xwe dûr diket. Me hewl da em şaşiyan serast bikin, lê me dît ku nayê serastkirin wê demê ji hev cûdabûnê dest pê kir.”

Babacan destnîşan kir ku fokûsa partiya wan dê mafên mirovan be û wiha pê de çû: “Li Tirkiyê bi awayekî cidî pirsa mafên mirovî, pirsa azadiyan heye. Ji bo me ol, eknîk, mezheba mirovan ne girîng e, ji bo me tiştê girîng ew e ku mirov bin. Ev 4 sal in, em guhdariya mirovan dikin û ev yek ji bo me derfeteke baş bû. Em ji bo Tirkiyê li ser stratejiyek baş dixebitin.”

Aborînas û siyasetmedar Babacan da zanîn ku partiya wî ji ya Ahmet Davutoglu cuda ye û zehmet e ew ligel partiya ku Ahmet Davutoglu ava bikin, bibin yek.

Derbarê pirsa Kurd de jî Babacan wiha nêrînên xwe anî ziman: “Herkes hemwelatiyên wekhev ên wî welatî ne. Nabe ti kes ji yê din serdesttir be. Aliyê dîrokî yê pirsa Kurd heye. Kurd pêkhateyeke sereke yê vî welatî ne. Me bi hev re şer kiriye û ev ax parastî ye. Divê em yekê ji bîr nekin. Em dikarin bi hevbeşî yekîtiya Tirkiyê biparêzin. Nabe bazarî li ser mafê sereke û azadiyê were kirin. Divê sedemên hebûna terorê nemînin. Divê em azadî û mafê herkesî garantî bikin, erka dewletê ev e.”

Alî Babacan herwiha diyar kir ku ew plan dikin heta dawiya îsal dmezrandina partiya xwe rabigihînin.

RÛDAW