Tirkiye – Li Enqerê rojnamevaneka kurd hat girtin
Rojnamevaneka kurd li paytexta Tirkiyê, Enqerê hat girtin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê rojnamevaneka kurd bi navê Bêrîvan Altan li mala xwe de li bajarê Enqerê hat girtin.
Li gorî agahiyan, ji ber ku fermana girtina wê ji aliyê dadgeha bajarê Mêrsînê ve hatiye dayîn, ew birin bajarê Mêrsînê.
Bêrîn Altan peyamnêra ajansa nûçeyan ya Mezopotamya ye lê nayê zanîn çima hatiye girtin.
Dozgeriyê 24 saetan hevdîtina parêzer bi wê re qedexe kiriye.
BasNews