top of page

PAK û PSK li Danîmarkayê derîyên dîplomasîyê lêxistin

Heyetek ji PSK û PAK'ê îro (25.11.2019) li Parlamentoya Danîmark civînek li gel endamê parlamento yê Partîya Sosyaldemokrat, Lars Aslan Rasmussen pêk anîn. Lars Aslan Rasmussen berdevkê/nûnerê partîya xwe ye di derbarê kar û barên Yekîtîya Ewropa de.

Heyeta PSK û PAK'ê li ser rewşa dawî a li Kurdistanê û li ser dozvekirina dewleta Tirkîyê a li dijî PSK û PAK'ê û herdu partîyên din, PDK-T û KKP agahdarî dan Lars Aslan Rasmussen û daxwaz jê kir ku vê daxwaza wan bigihînê astên bilind.

Lars Aslan Rasmussen jî bi germî pêşwazîya heyeta PSK û PAK'ê kir û kêfxweşîya xwe anî ziman. Lars Aslan Rasmussen jî anî ziman ku ew ji nêz ve rewşa kurdan û Kurdistanê dişopînê û soz da ku doza girtina partîyên Kurdistanî bibê ber destê hikûmetê û bigihînê astên bilind ên pêwendîdar di Yekîtîya Ewropa de.

Piştî civîna li gel Lars Aslan Rasmussen, heyeta PSK û PAK'ê li Wezareta Derve a Danîmark jî civînek pêk anîn û li ser rewşa Kurdistanê, Tirkîyê û doza li dijî Partîyên Kurdistanê nerîn û daxwazên xwe anîn ziman. Civîn di nava atmosferek gelekî baş de derbas bû.

Sibe jî dîsan wê heyeta PSK û PAK'ê bi eynî armancê civîneke din li Parlamentoya Danîmark pêk bînê.

Kaynak: PAK û PSK li Danîmarkayê derîyên dîplomasîyê lêxistin

Rûpela nû

bottom of page