Operasyona hevbeş a Amerîka û HSDê li dijî DAIŞê dest pê kir
Bi gotina berpirsên serbazî yên Amerîkî şervanên HSDê piştevaniya hêzên Amerîkî li çend navçeyên Dêrezorê operasyonên serbazî pêk anîn û di wan operasyonan de hejmareke çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herwiha hejmareke çekdar jî birîndar bûne.
Herwih hat ragihandin ku 10 çekdar jî hatine girtin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie pêştir diyar kiribû ku nêzîkî 500 leşkerên Amerîkî hêj li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne da ku ligel HSDê di hundirê roj û hefteyan de dest bi operasyona dijî DAIŞê bikin.
McKenzie herwiha dabû zanîn ku di van operasyonan de wê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk tevbigerin.
General Mckenzie gotibû: “Armanca me ew e, em pozîsyona xwe ya li vê derê biparêzin, ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), dijî hedefên DAIŞê li aliyê xwarê yê geliyê rûbarê Firatê dest bi operasyonan bikin.”
RÛDAW