top of page

JI RAYA GIŞTÎ RA

Ilker Abdurrahim

24 Kasım, 22:49 ·

JI RAYA GIŞTÎ RA

Seydayê birêz M.N Yekta! Mala cenabê te ava be. Seyda piştî ku min peyama te ya li ser qaşo wê "Malper"ê xwend, ez ketimê min got; ez ,,Giliyê wê qaşo Malperê" bi Rêveberiya Faceebok'ê da bikim". Her wiha min got; ka ez lê temaşe kim: Kê/kî ecibandiye. Lê hezar heyf û mixabin, min jî di wê nêrînê da bi şaşitî ecibandiye.

Ez ji ber vê Şaşitiya xwe ji Miletê xwe, ji Raya Giştî û Malbata Serokê Netewî Lêborîna xwe dixwazim. Her wiha ez dubare spasiya Seydayê M.N Yekta dikim ku bi camêriya xwe min hişyar kir.

PIRSGIRÊK EV E

Dijminên Serokê Netewî ên Mele Mistefa Barzanî: "Di Facebook-ê da qaşo Malperek bi Navê "ANTÎ Barzani" vekirine û li Serokê Netewî heqaretê û hwd kirine û mixabin heqareta wan hîna jî berdewam e.

Eva peywira her kurdî ye ku li dijî vê bêexlaqiyê rabe û bêdeng nemîne. Her wiha divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Karê Derve û ê Hundur vê bêexlaqiyê ji Facebook-ê bidin rakirinê û hwd...

Ez ji 10.10.2019an û vir de di Nexweşxaneyê da razayî me. Her roja Xwedê 19 Hebî dadiqortînim. Bi vî hawî li ser piyên xwe dimînim. Lewra dibe ku sedemê vê şaşitiya min a herî mezin jî ev Nexweşîn û bandora Dermanan be. Birastî hedê min nîn e ku ez bi zanebûn şaşitiyeke wiha bikim. Ji xwe min di jiyana xwe de çewtiyeke wiha bêexlaq jî nekiriye. Her wiha min li ser Serokê Netewî Mele Mistefa Barzanî Helbestek jî hûnaye:

MÎR MISTEFA BARZANÎ

Mîrê Welat Barzanî Te rakirye nezanî Emê Welêt Rizgar kin Li ser Xîmê te danî

Mîrêm rabû ji başûr Ewî Mîrê Cengawer Li dij neyaran şer kir Zalim revîyan ji ber

Serhildan kir li başûr Hildabû destê xwe şûr Mêrxas Serok Barzanî Generalê bêqisûr

Ji bona tolhildanê Rabû kir Berxwedanê Ji bo mafê jiyanê Nivîsand vê Destanê

Mîrek çê bû Barzanî Xîmê Welêt wî danî Dengveda li Cihanê Ji bo Wesyeta Xanî.

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî 25.09.2010 ~ Almanya

EZ DUBARE LÊBORÎNA XWE JI MILETÊ XWE Û RAYA GIŞTÎ Û MALBATA SEROKÊ NETEWÎ JI SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ CENABÊ MESÛD BARZANÎ Û HEMÎ ENDAMÊN PDK-ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazim. Birastî ji bo min ciyê dax û kul û kedereke giran e ku ez bi nezanî ketime xeletiyeke wiha xemxur...

Vêca ji bo ku ez pêşî li 'ewaniya 'ewanan bigirim; lewma ku min vê Daxuyaniyê da.

Digel silav û rêzên biratî....

Dengbêj Evdirehîmê Mûşî Dilbirînê Deşta Mûşê 24.11.2019 ~ Nexweşxane

bottom of page