Rojhilatê Kurdistanê…Salekî de 201 bûyerên binpêkirina dijî jinan hatiye tomar kirin

Li gor amarên hatine tomar kirin li navenda Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw di heyama sala borî de 25ê Mijdar a 2018ê heta 25ê Mijdara sala 2019ê 201 bûyerên binpê kirina maf dijî jinan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine tomar kirin.

Li gor raporta Hengaw amar waha ne:

-Li gor amarên Hengaw di vê yek sala borî de 5 jinên kurd li girtîgehên Îranê de hatine darve kirin.

Ewe 5 jin, 2 kes ji wan xelkê bajarê Urmiyê ne, 2 jin xelkê Sine ne û jinek jî xelkê Miyanduwaw bûye û bi tometên kuştina qesdî li girtîgehên Mihabad, Sine û Urmiyê hatine darve kirin.

Li gor heman çavkaniyên raporta Hengaw di sala borî de 30 jinên kurd ji aliyê navendên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin û 14 jin xelkê parêzgeha Sine ne, 8 jin xelkê parêzgeha Kirmaşan in, 7 jin xelkê parêzgeha Urmiyê ne û jinek jî xelkê parêzgeha Îlamê bûye û bi tometên siyasî û çalakiyên sivîl hatine girtin.

Herwaha di sala borî de ji ber tometên çalakiyên siyasî û sivîl 5 jinên kurd ji bo her yek ji wan 7 sal û şeş meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Li gor Hengaw sala borî de herî kêm 31 keç û jinên kurd hatine kuştin, ku piraniya wan bi destê kesûkar û malbatên xwe ve hatine kuştin.

Li gor wê raportê 10 jin li parêzgeha Sine, 8 jin li parêzgeha Kirmaşanê, 8 jin li parêzgeha Urmiyê, 3 jin li Îlamê û jinek jî li Loristanê hatine kuştin.

Di sala borî de 130 keç û jinên kurd li Rojhilatê Kurdistanê dawî bi jiyana xwe anîne. Li gor raporta Hengaw piraniya sedemê xwekuştina jinan ji ber pirsgirêkên malbatî û hejarî bûye û herwaha ji ber xirabûna rewşa derûnî ew bûyer pêkhatine.

Ji wan 130 kesan, 77 jinan xwe daliqandine û xwe xeniqandine, 20 jinan xwe şewitandiye, 26 jinan jî bi rêya xwarina hebên jehrî ve, 7 jinan bi çek dawî bi jiyana xwe anîne.

Li parêzgeha Urmiyê 51 jinan xwe kuştiye, li parêzgeha Sine 34 jinan xwe kuştiye, li parêzgeha Kirmaşanê 23 jinan û ji Îlamê jî 22 jinan xwe kuştine û dawî bi jiyana xwe anîne.

BasNews