Rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê: Anliyorum lê…

Mehdî Mutlu / Li Bakurê Kurdistanê ji bo parastin, geşedana zimanê Kurdî û kêmkirina bandorên proseya asîmîlasiyonê hewl tên dayîn û di wê çarçoveyê de duh li Amedê bi beşdariya beşek ji akademîsyen, wêjenas, weşanger, zimanzan û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê konferansek bi navê "Tora Çand û Ziman" hat lidarxistin. Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Fûat Onen jî dibêje, yên ku dixwazin Kurdan asîmîle bikin, herî zêde êrîşî zimanê Kurdî dikin.Li bajarê Amedê bi beşdariya beşek ji akademîsyen, wêjenas, weşanger, zimanzan û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê konferansek bi navê "Tora Çand û Ziman" hate lidarxistin, di roja yekem de beşdarên torê li ser xebatên paşerojê yên çand û ziman rawestiyan û peywiran di nav xwe de dabeş kirin û di roja duyem de encamname û nexşereyêke nû ku 45 kesan îmze kiribû hate eşkerekirin.Serokê PENA-Kurd, Samî Tan derbarê sazkirina vê kombûnê de ji Rûdawê re ragihand: “Piştî li Tirkiyeyê rewşa awarte hate ragihandin, sazî û dezgehên ziman ketin nav astengiyeke mezin; ji bo wê yekê jî me di meha Îlonê de kombûnek kiribû û di wê kombûnê de biryara avakirina toreke bi vê rengê hate girtin û niha em komxebata xwe ya yekemîn dikin.”Bi îmzeya 45 kesan ku têde kesayetên wek Îsmaîl Beşîkçî, Ahmet Turk, Samî Tan, Hiznî Haco, Kadrî Yildirim, Zana Farqînî, Tarik Ziya Ekîncî jî hene, xebatên Tora Çand û Ziman ne tenê bi komxebata Amedê sînordor e; ew kesayet ji bo di nav enteljansa Kurdî, siyaset û civaka Kurd de di warê çand û ziman de hişyariyekê çêkin ew dê bi nexşerêyên cuda karê xwe di paşerojê de jî bidomînin.Siyasetmedar Fûat Onen jî amaje bi zêdebûna êrîşên li ser zimanê Kurdî kir û diyar kir: “Ziman û axa welatê me bi hev re têkildar e, divê dema em daxwaza perwerdehiya Kurdî bikin em bêjin em li Bakurê Kurdistanê dixwazin perwerde bi Kurdî bê kirin, dewletên ku dixwazin Kurdan asîmîle bikin herî zêde êrîşê ziman dikin.”Di komxebatê de ji bilî metirsiya li ser zimanê Kurdî û diyalektên wê metirsiya li ser çanda pêkhateyên Kurdî jî hatine gotûbêjkirin.Seroka Berê ya Çandê ya Şaredariya Amedê, Cevahîr Sadak jî dibêje: “Xebata me ne tenê bi Kurdî re sînorder e , dema navenda xebatên me li Amedê be ewê bi Kurdî be; lê emê li gelek bajaran tora xebata xwe berfirehtir bikin, wê demê emê xebatên li ser berîlêgirtina asîmîlasyona ziman û çandên cîranên xwe jî gotûbêj bikin.”Di encamnameyê de nûnerên Komxebatê bang li partiyên siyasî, dezgehên çand û ziman û herwisa li civaka Kurd kirin.Nivîskarê Kurd, Şefîk Beyaz encamname xwand û ragihand: “Em bang li civaka Kurdî dikin daku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe.”Li gor raporên fermî li Tirkiyeyê, çanda netewe û pêkhateyên heyî di asta % 85an de hatine bişaftin; yê ku herî zêde li ber xwe dane Kurd in; lê ev rastî nayê wê wateyê ku axaftina bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê her zêde dibe û çanda Kurdî tê parastin.Ji bo balkişandina li ser rewşa zimanê Kurdî û axavtina bi zimanê Kurdî li Amedê, peyamnêrê Rûdawê, Mehdî Mutlu çû nav bazar û kolanên bajêr û ji xelkê xwest ku bi Kurdî bipeyvin û bersiva pirsên wî bidin. Li gor bersivên ku xelkê dan, rewşa axavtina bi zimanê Kurdî li Amedê û Bakurê Kurdistanê bi giştî pir xirab dixuye û piraniya xelkê nikarin bi Kurdî biaxivin.Welatiya bi navê Gulşen Adak bi tirkî bersiva peyamnêrê Rûdawê da û got, ku ew nikare bi Kurdî biaxeve û tenê jê fêm dike.Resîm Eren welatiyekî Amedî dibêje: “Zarokên me heta diçin dibistanê jî Kurdî diaxifin lê di dibistanan de asîmîle dibin.”Ahmet Keleş welatiyekî din e û dibêje:“Di biçûkatiya me de her tim bi me re bi Tirkî axifî ne û em fêrî zimanê xwe nebûne.”Li gor rapora saziya navdewletî UNESCOyê ya 2013 an, diyalekta Kurdiya Dimilkî (Zazakî) û zimanê Lazî rûbirûyê tunebûnê ne.

RÛDAW