Parlamenterê berê yê HDPê: Grûpeke di nav HDPê de hemû destkevtên Kurdan têk birin

Parlamenterê berê yê HDPê Mehmet Alî Aslan got ku grûpek di nav HDPê de ava bûye ku niha desthilat di destê wan de ye û got, “Ev grûp li pişt perdê mezintirîn karesat e ku bi serê tevgera siyasî ya gelê Kurd hatiye.” Aslan got jî êdî derfet nemaye ku ew di nav HDPê de bimîne û ji ber vê yekê ji partiya xwe îstîfa kir

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Alî Aslan, li hoteleke bajarê Êlihê, konferanseke rojnamevaniyê saz kir û destjikarberdana xwe ji wê partiyê ragihand.

Mehmet Alî Aslan ku di xula 25an de parlamenterê bajarê Mêrdînê û di xula 26an de jî parlamenterê Êlihê bû, got ku HDP ji rê û rêbzaên li ser hatiye damezrandin dûr ketiye û bi gotina wî, ew aliyên ku di nav HDPê de desthilat girtine destê xwe bûne sedem ku ew êdî nekare di nav wê partiyê de bimîne.

Mehmet Alî Aslan got ku wî her kar kiriye ku bêyî cudahiyê bêxe navbera gelan pirsgirêkên civakê çareser bike û diyar kir ku dema HDP hat avakirin wî weke hêviyek dîtiye û di nav wê partiyê de cih girtiye û got, “Partiyên siyasî ne armanc lê amraz in û dema ku ev amraz ji bo gelê me ji hêvîbûnê dûr ketin, girîngiya wan namîne û bê wate dibin.”

Parlamenterê berê yê HDPê, got ku partiya wî ketiye nav helwesteke cudaker li hemberî wî û aşkere jî kir ku Cîgirê Serokê HDPê yê berpirsê rêxistinkirinê, Alîcan Onlu li ser twîteke derbarê Selahattîn Demîrtaş ji wî re peyam şandiye û gotiye, ‘Careke din behsa navê HDP û Demîrtaş neke, ji ber ku tu wan qirêj dikî, dûrmayîna te ji partiyê bixêrtir e’ Mehmet Alî Aslan Alîcan Onlu tawanbar dike û dibêje, “Klîka ku ji aliyê wî û kesên derdora wî ve hatiye avakirin rê nade ku siyaset di nav HDPê de bê kirin. Lêbelê felsefeya ku HDP li ser hatiye damezrandin, xwedî ruhekî piralî bû.”

Mehmet Alî Aslan, ‘wê koma di nav HDPê’ de ku bi gotina wî wan desthilatî û rêveberiya partiyê girtine destê xwe, weke ‘mezintirîn karesata bi serê tevgera siyasî ya Kurd de hatiye’ pênase kir û got, “Tevî ku me derbarê polîtîkayên bi tenê hiştin û dûrxistinê yên li hemberî me, rêveberiya partiyê agahdar jî kir lê bêdengbûna partiyê, ez anîm wê rêya cudabûnê. Wê koma ku navenda partiyê bi dest xistiye, ne tenê destkevtên 50 salan, destkevtên 500 salan têk birine. Lewma ev grûpa li pişt perdê, mezintirîn karesat e ku bi serê tevgera siyasî ya Kurd de hatiye. Gelê Kurd can, mal, zarok û jiyana xwe daye vê partiyê.”

Ew parlamenterê HDPê dibêje, rewş û pirsgirêkên di nav HDPê de bi gotinên weke, ‘Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe’ û ‘Destikê bivir ne ji darê be, dar nakeve’ tîne ziman û dibêje, “Ew grûpa olîgarşîk a di nav HDPê de, bi nêrîna ‘her tiştî ez dizanim’ dara HDPê biriye û bûye sedem kurmî bibe û hişk bibe. Partiya ku ji nirxên xwe yên bingehîn dûr bikeve ji gel jî dûr dikeve. Windakirina 37 şaredariyan di hilbijartinên xwecihî de, zelaltirîn îspat e bo vê yekê.” Ew parlamenterê berê dibêje “di nava HDPê de li şûna kesên zîrek û têr û tijî, kesên ku şiyana wan nîne hatine bicihkirin û bûne xwedî desthilat.”

Parlamenterê berê yê HDPê Mehmet Alî Aslan dibêje pratîk û polîtîkayên di nava HDPê de ew partî aniye asta wan rêxistinên çep ên di heyama şerê sar de ku daketibûn bin erdê û dibêje, “HDP bi dûrketina ji xelkê, sermiyane xwe bi rêjeyeke mezin têk biriye.”

Mehmet Alî Aslan tekez kir ku ji ber van sedaman wî dest ji partiya xwe berdaye û ew dê li derveyî HDPê, kar û xebatên xwe berdewam bike.

RÛDAW