top of page

Li Swêdê ahengek mezin ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê

Li Stockholm ahengek mezin, ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya beşek ji navdartirîn hunermendên Swêdê birêve çû. Di ahengê de dinav de hunermendên navdar Zara Larsson, Molly Hamar, Benjamin Ingroso, Oscar Zia, Saliboy, Jonas Gardel û Ciwan Haco amade bûn.

Di ahengê de herweha Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde jî beşdarî kir.

Aheng bi insiyatifa çendîn gencên Kurd, bi mebesta piştgirî û hevkariya rojavayê Kurdistanê lidar ket. Medya Swêdê cihek taybet da vê çalakiyê û kanalên telewizyonê zindî aheng anîn ser ekranên xwe..

K24

C.B

bottom of page