Li Amedê Tora Ziman û Çandan hat avakirin

Di beşek e bangewazîyê de ku çapek jê ji çapemenîyê re hatîye şandin, hatîye, “Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestîyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jîyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.” gotin

Bangewazîya Tora Ziman û Çandan:

Ji çapemenî û raya giştî ra

Roja 23.11.2019an bi beşdarî û piştgirîya 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda li Amedê komxebata pêşîn a avakirina Tora Ziman û Çandan pêk hat. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û pêkanîna komxebateka berfirehtir hat girtin. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekarîya komcivîna berfireh sekreteryayeka ji 7 kesan pêk tê, hat hilbijartin. 45 kesên ku navên wan li jêr in jî vê daxuyanîyê radigihînin û wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan wê xebatê bidomînin.

Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestîyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jîyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.

Qonaxa dawîn a polîtîkayên bişaftinê di hişmendîya civaka kurd a parastin, geşkirina ziman û çanda kurdî da qelsîyek pêk anîye. Civak hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe bi dûr dikeve. Malbat, zarokên xwe hînî zimanê xwe nakin û ev yek jî xetereya li ser tunebûna zimên zêdetir dike.

Li hemberî vê plansazîya bişaftinê, pêdivî bi plansazîyeka parastin, geşkirina ziman û çandan, amadekirina nexşeyerêyeka zimanî û çandî û meşandina xebateka hevpar heye. Li ser vî esasî em kesên ku wekî avakarên Tora Ziman û Çandan di vê komxebatê da cih digirin, van daxwazên xwe arasteyî raya giştî, kes û sazîyên têkildar dikin:

  • Em wekî beşdarên vê komxebatê radigihînin ku vê polîtîkaya yekperest qebûl nakin û em ê li dijî vê aqlîyetê bi rê û rêbazên demokratîk û rewa xebatê bikin.

  • Em dixwazin kurdî û zimanên li Kurdistanê (siryanî, ermenkî, erebî û hwd.) wek fermî bên naskirin û bibin zimanên perwerdehîyê.

  • Em bangî civaka kurd dikin da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe.

  • Em bangî sazîyên navneteweyî dikin da ku li hemberî zimankujî, çandkujîyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, piştgirîya xebatên parastin û geşkirina ziman û çandên qedîm ên vê erdnîgarîyê bikin.

  • Em bangî partîyên sîyasî dikin da ku ew xebatên xwe yên sîyasî bi kurdî bikin, ji bo parastin û geşkirina ziman û çandan, xwedî bernameyeke zelal bin û li gorî wê bernameyê xebatan bikin.

  • Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtîya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtîya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.

  • Em bangî hemû kes û sazîyên ku di warê çand û ziman da ked dane dikin ku beşdarî vê xebatê bibin da ku em bikarin bernameyeka xurt a parastin, geşkirina ziman û çanda xwe derxin û li gorî vê bernameyê xebateka domdar bimeşînin.

Kaynak: Li Amedê Tora Ziman û Çandan hat avakirin

Rûpela nû