top of page

MSD: Tirkiya dixwaze bakûra Sûriya ji Rojhelat welat dabire

Civta Sûriya Demokrat (MSD) ragehand: Trikiya berdewam e li ser sîyaseta dagîrkirina axa Sşriya û bi hêrikirine se Eyîn Îsa, dixwaze bakûra Sûriya ji rojhelata wî welatî dabire.

Di raghandinekê de, Civata Sûriya Demokrat ragehand: Tirkiya dixwaze bi bîyanû yênn nerast cîhanê bixapîne û Tirkiya berdewame li ser sîyaseta destbiserdagirtin û dagîrkirina axa Sûriya. Tekzî jî dike, piştî ragehadndina wezareta berevanîya Tirkiyayê derbarê rawestandina operasyonan li Sûriya, artêşa Tirkiya dest bi hêrişê kire bo ser bajarokê Eyîn Îsa ku li derveyê rêkkevtina devera arame. Armanca Tirkiyayê jê, ji evê yekê destdagirtine bi ser rê ya M4 û dabirandina bakûra Sûriya ye ji rojhelata wî welatî.

Amaje bi wê yekê jî dike, Tirkiya bi guhertina demografîya deverê, paşeroja sîyasî û civakî ya Sûriya dixw di metirsîyê de û daxwaz ji Emerîka û Rûsiya dike berpirsyartîya xwe bicih bihînin.

MSD daxwaz ji civaka nêvdewletî dike, givaşê bixe ser Tirkiya daku pabendî sozên xwe bibe û hêrişan rawestîne û zemîneya vegerandina awareyan awareyan bo deverên wan xweş bike.

K24

bottom of page