Li Stockholmê Mîtînga Kurdistanî

Miting li dijî rêjîma kevneperest ya Îranê ku êrîş dibe ser xwepêşindanên sivîl ku doza azadî û demokrasîyê dikin li paytextê Swedê Stockholm li dar ket.

Mitîng ji alîyê alîyê PDKI, Hizbi Demokrati Kurdistan (HDK), Komeleye Shoreshgere Kurdistani Iran û Komalaye Zahmatkeshani Kurdistani Iran hat li dar xistin.

Li mitîngê gelek axaftin hatin kirin. Federasyon komeleyên Kurdistanê li Swedê , HEVKARI (Hevkarîya hêzên Kurdistanî li Swedê ) û Navenda hevkarîya rojhilata Kurdistanê axaftin kirin.

Di axaftinan de rejîma İranê bi tundî hat şermezarkirin û bang hat kirin ku hemû hêz û dezgehên demokrat, û mafê mirovan, û hêzin aştîxwaz li cîhanê li dijî şovenîya rejîma Îranê rawestin , her weha ji bo, azadî, demokrasî, edalet û jîyaneke birûmet, piştigrîya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Tev ku Miting ji ber destûra polis ya çalakîya li meydana Sergels Torg ku tenê roja şemîyê tenê seet 09 ê sibê de bû , dîsa jî beşdar bi sedan kes bûn.

Rupela Nu-Stockholm

Ev nûçe 179 caran hatiye xwendin

Kaynak: Li Stockholmê Mîtînga Kurdistanî

Rûpela nû