Êzdîn Şemo: Xelk ditirse karên xwe yên çandinê li Xanesorê bike
Berpirsê lijneya PDKê li nahyeya Sinûnê Êzdîn Şemo ji BasNewsê re ragehand, piştî Xanesor hatiye bomebaran kirin, gelek tirs di hemwelatiyan de pêkhatiye. Naha xelk dudil bûye û ditirse vegere cîhê xwe û gelek ziyanek mezin geheştiye xelkê. Herwaha koçberên nav kampan de bêhêvî bûne bo vegerin Şingalê. Rewş gelek xirabe li Sinûnê û Xanesorê. Eger bombebaran berdewam be û binke û baregehên wan hêz û grubên nav malên xelkê sivîl de pêkbên, ew xelkê ku vegeriyane Xanesor û Sinûnê jî dê careke din koçber bibin.’’
Herwaha got: ‘’Xelkê me rastî metirsiyek mezin hatiye, ew kesên çûne devera Xanesorê, Sinûnê û Şingalê jî bo karên çandinê naha nikarin biçin û ji bombebaranê ditirsin û gelek malbat hene hemû endamên mala xwe nebirine Xanesorê û Sinûnê, ji ber hinek çûn deverê, hinek jî li kampan mabûn. Ev yek jî tê wê wateyê ku xelk gelek dudile ji bo vegerê.’’
BasNews