Diravê genimê cotkarên Kurdistanê sibê tê dayîn

Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê ragihand, sibê diravê genimê cotkarên Kurdistanê tê dayîn.

Rêveberê giştî yê bazirganî li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê, Newzad Edhem ji BasNewsê re got, diravê genimê cotkaran gihîştiye destê me. Emê sibê belav bikin.

Newzad Edhem her wiha got, ew diravê ku gihîştiye destê me, yê wan cotkaran e yên ku îsal genimê xwe dane hikûmeta Iraqê.

Bi gotina wî berpirsê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, kujma wî diravî 4 milyar dînar e.

BasNews