Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Em dixwazin PKK û Heşdî Şeibî dest ji Şingalê berdin
Wekîlê Mîrê Êzdiyan Mîr Cewher Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK û Heşdî Şeibî rewşa xelkê me têkdane. Ji ber wê jî em daxwazê ji hemû aliyên siyasî dikin û bi taybet jî PKKê û Heşdî Şeibî dikin ku Şingalê vala bikin û dest ji Şingalê berdin. Piştî Şingal hatiye bombebaran kirin ku ev bû çend car tê bombebaran kirin û ev yek bûye cîhê tirsê bo xelkê sivîl, xelk ditirse û em dixwazin hikûmeta Iraqê jî seredariyê li gel wan hêzên nav Şingalê neke, tenê danûstan û serederiyê li gel Pêşmerge bike û Pêşmerge vegere Şingalê.’’
Herwaha got: ‘’Êzdî dixwazin hêzên hevbeş li Şingalê bin û ew jî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bên pêkanîn, ku seqamgîrî li Şingalê pêkwere.’’
BasNews