top of page

TİRKİYÊ DİVE XALÊN PEYMANA MAFÊN ZAROKAN Cİ BE Cİ BİKE

Li ser îmza kirina Peymana Mafê Zarokan a Koma Mîletan (UN) 30 sal derbas bû. Îro peymana hanê ji aliyê 197 dewlet ve hatiye îmza kirin, ku Tirkiyê yek ji wan e. Lê belê paş 30 sal em nikarin bêjin, ku xalên peymana hanê bi temamî hatine ci be ci kirinê. Îro jî zarokan di hel û mercê gelek xirap da dişuxilin, keda wan tenê zêrandinê. Îro jî zarokan qurbanê şer û pevçûnê ne, di bin zor û zordariyê da beşdarê şer dibin û dibine “serbazên zarok.” Qurbanê here mezin a korev, ku berhema şer, şerê navxweyî û qeyrana aborî ne, zarok in. Zarokan di wan korevan da di deryayê da dixeniqin, li zeviyên mînan da dimrin. Zarokan wekhev ji mafê perwerde îstîfade nakin, ketine destê hinek tarîqatan. Zarok di nava malbat û civat da dibe qurbanê tundutijiyê û ferî bi kar anina maddeye hişbîr dibe û ji dehatuya xwe bê hevî dibin. Zarokên Kurd, ku rû bi rûyê pirsgirêkên hanê ne, her usa di welate xwe da dikevin ber êrîşa hêzên evlehiyê. Zarokên Kurd dibin qurbanê siyaseta tundutijî û operasyonên leşkerî a dewleta Tirk. Gelek zarok di zindanan da mezin dibin, ji ber ku dayka wan di zindanê da ne. Zarokên Kurd, ku bûne qurbana siyaseta dewleta Tirk a tundûtijiyê her usa ji mafê perwerde bi zimanê zikmakî jî bê par in. Ji ber ku dewleta Tirk, ku asîmîle kirina Kurdan kiriye xaleka bingehîn a siyaseta xwe, hinek xalên Pêymana Mafê Zarokan a UN, yên ku derbareyê perwerde û çand da ne, îmza nekiriye, dest daniye mafên hanê a zarokên Kurd. Divê dewleta Tirk bê qeyd û şert xalên Peymana Mafê Zarokan ci be ci bike mafên zarokên Kurd binase. Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK; Banga UNICEF û saziyên din yên zarokan a navnetewî dike, ku derbareyê mafên zarokên Kurd hestyartir bin, bona ku Tirkiyê xalên peymana hanê ci be ci bike, fişar li ser dewleta Tirk bikin, Banga partî û aliyên siyasî, komelên demokrat, saziyên sîvîl , ronakbîr û nivîskar dike, bona, ku mafê zarokên Kurd bi temamî were ci be ci kirinê, destê xwe bidine hevdu û bi hevra kar û xebat bikin. Zarok ayendeyê me ne. Nahelin duwerojê me tarî be. 30 Mijdar 2019 Partiya Sosyalîst a Kurdistan

bottom of page