Balafirên Tirkiyê sînorên 3 qezayên Kurdistanê bombebaran kirin
Li gor agahiyan, balafirên Tirkiyê çend cih li qezaya Pişder a Silêmaniyê û herdu qezayên Rewanduz û Çomanê li parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.
Qaymimeqama Rewanduzê, Kuwêstan Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên şer ên Tirkiyê li esmanê Rewanduzê bi awayekî nizim firiyan û ji demjimêr 10:30an ve dest bi bombebarankirina qontara çiyayê Karox kirin û bi çar mûşekên bihêz sê cih ku qutara vî çiyayî kirin armanc.”
Kuwêstan Ehmed diyar kir, piştî çiyayê Karoxê, navçeya Helemûn ku dikeve sînorê qezaya Rewanduzê û Raniye ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.
Derbarê bombebarana sînorê qezaya Pişder de jî, Qayimeqamê wê qezayê, Bekir Bayiz ji Rûdawê re ragihand: “Gelî Bedran û Navdeşt hatine bombebarankirin.”
Li sînorê qezaya Çomanê jî bajarokê Simîlanê hatiye bombebarankirin. Rêveberê qezayê, Feyseçl Husên ji Rûdawê re da zanîn, “îro balafirên Tirkiyê bi awayekê berdewam li esmanê navçeyê firrî ne û di demjimêr 11:00an de 9 caran Kopî Kone Korte bombebaran kirine.”
Li gor zanyariyan, di encama bombebaranan de ti zirarên canî çê nebûne, “lê belê li sînorê çiyayê Karox û Kone Kotre, rez û bax û pûş şewitî ne.”
RÛDAW