top of page

DIŞI xwe li Tirkiyeyê bihêz dike

Berpirsê dezgeha îstîxbarat ya Îraqê Sed Elaq ragihand ku terorîstên girtî yên DIŞIê yên di girtîgehên Îraqê de hewl bo vê yekê didin daku ji girtîgehan birevin û xwe bigehînin Tirkiyeyê.

Sed Elaq eşkere kir ku piraniya berpirsên DIŞIê yên ku ji Sûriyeyê reviyane, çûne Tirkiyeyê û niha li Tirkiyeyê xwe amade dikin daku dîsa dest bi êrîşên xwe bikin.

Elaq daye diyarkirin ku girtiyên DIŞIê yên di destê hikûmet û îstîxbarata Îraqê de ji wan re gotine ku berpirsên DIŞIê beriya dawî hatina yekcarî ya leşkerî ya DIŞIê li Sûriyeyê, ji wan re gotine li kûderê bin û çawe dibe xwe bigehînin Tirkiyeyê jiber ku li Tirkiyeyê rê bo me hatiye xweşkirin daku dîsa xwe komî serî hev bikin û dest bi êrîşên xwe bikin.

KTV

bottom of page