Baregeheka PKKê li nav Xanesora Şingalê hat bordûmankirin
Îro danê sibê firokeyên Tirkiyê li nav nahiya Xanesor ya Şingalê bordûman kirin.
Li ser wê yekê, kesekî li Xanesorê bi navê Xidir Dîro ji BasNewsê re got, ew cihê ku hatiye bordûmankirin, mala birayê min e. Birayê min endazyarê çandiniyê ye.
Xidir Dîro her wiha got, lê mala birayê min ji aliyê çekdarên YBŞ yên girêdayî PKKê ve wek baregeh dihat bikaranîn.
Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo jî ji BasNewsê re got, firokeyên Tirkiyê baregeheka YBŞê li nav Xanesorê de bordûman kirin.
Qasim Şeşo her wiha got, bi qasî agahiyên ku gihîştine me kuştî û birîndar hene. Ambulans û tîmên tenduristiyê çûne cihê rûdanê lê nahêlin ti kes nêzîkî cihê bordûmanê bibe.
Medyaya PKKê jî ragihandiye, firokeyên bê pîlot yên Tirkiyê nahiya Xanesorê bordûman kirin.
BasNews