top of page

Siyasetmedarê Alman: Divê pirsa Kurd a li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê were çareserkirin

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Almanyayê Nils Schmid ragihand ku welatî wî ji destpêkê ve li dijî êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Nils Schmid bibîr xist ku Almanyayê ji ber êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê firotina çekan rawestandiye û diyar kir ku li hemberî Enqere dorpêçên aborî jî li ser maseyê amade ne.

Schmid tekez kir ku pirsa Kurd bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin û got: “Pirsa Kurd a li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê pêwîstî bi çareseriya siyasî heye. Divê mafên demokratîk û kulturî were nasîn û rêveberiyên xweserî benê qebûlkirin û jê re rêz were girtin.”

Siyasetmedarê Alman herwiha got ku tevî her tişt divê Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê neyê dûrxistin.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Almanyayê Nils Schmid ku di heman demê de Berdevkê Polîtikayên Derve yê Partiya Sosyal Demokratan (SPD) e, ligel Rûdawê hevpeyvîneke taybet pêk anî.

Agirbesta piştî rêkevtina di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) pêk hate, welatên Ewropayê bi taybetî jî Almanyayê xwe bêdeng kirin. Sedemên vê çi ne?

Almanya û Yekîtiya Ewropayê di destpêkê de bi tundî êrişên Tirkiyê şermezar kirin. Pêwîst bû ew rewş were şermezarkirin. Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku hewldanên Tirkiyê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Yekîtiya Ewropayê bi pêkve li hemberî Tirkiyê helwesteke tund nîşan da. Tirkiyê jî hêvî nedikir Yekîtiya Ewropayê dê li hemberî wê ew qasî hişk bibe. Bêguman nayê qebûlkirin welateke endamê NATOyê, yasayên navnetewî binpê bike û têkeve di nav axa welateke cîran de. Maas di serdana xwe ya Tirkiyê de bi zelalî got ku divê hêzên leşkerî paşve vekişin û rê ji saz û dezgehên alîkariyê bêne vekirin daku herin herêmê. Herwiha ji Tirkiyê re got ku nabe bi ti awayî penaberên Sûrî bi zorê werin vegerandin. Divê em destûrê nedin demografiya Sûriyê bi destê grûpên çekdar ên Tirkiyê piştevaniya wan dike were guhertin.

Tu di heman demê de berdevkê partiyeke mezin a Almanî yî, çi li nav grûba we û çi li parlamentoya Almanyayê, li hemberî Tirkiyê divê çi pêşgirî bêne kirin?

Heiko Maas yek ji wan kesên sereke ye ku bûye sedem Tirkiye ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve were cezakirin. Maas got ku divê firotina çekên li Sûriyê têne bikaranîn, bê rawestandin. Ev helwesteke zelal bû ku mijara wergirtina çekan ji bo Tirkiyê mijareke hesas e. Tirkiye eger li ser êrişên xwe berdewam be, dibe ku sizayên aborî û hinek dorpêçên din li hemberî Tirkiyê werin sepandin. Di destê me de çend vebijark hene. Lê pêwîst e di vê pêvajoya hesas de peywendiyên me jî ligel Tirkiyê berdewam bin. Ji bo çareserkirina pirsan pêwîstiya me bi hevalbendeke weke Tirkiyê heye. Bi taybetî di mijara pirsa Kurdî de ku divê bi rêbazên siyasî were çareserkirin. Ev yek gelek zelal e ku pirsa Kurdş bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin. Pirsa Kurd a li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê pêwîstî bi çareseriya siyasî heye. Divê mafên demokratîk û kulturî were nasîn û rêveberiyên xweserî benê qebûlkirin û jê re rêz were girtin.

Li bakurê Sûriyê niha çend hêzên ji hev cuda hene. Rêkevtinên û lihevkirinên cuda hene. Bi taybetî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, di navbera Rûsya û Tirkiyê de, di navbera Kurd û Şamê de Rêkevtinên û lihevkirinên cuda hene. Tu paşeroja herêmê çawa dibînî?

Erê ev yek rast e, ji ber midexaleyên Tirkiye, Rûsya, Îran û hêzên ser bi Îranê ve berê pirsê bi aliyeke din ve diçe. Divê em li Sûriyê piştevaniya bihêzkirina pêvajoya siyasî bikin. Cihê keyfxweşiyê ye ku Komîteya Destûra Sûriyê li Cinevê kom bû û hewldanên bi vî awayî berdewam in.

Lê di nav wê komîtieyê de di asta pêwîst de nûnerên Kurdan nînin…

Rast e, lê ligel vê yekê piştî gotûbêj û hevdîtinên dûr û dirêj bi hewldanên Neteweymn Yekbûyî ji bo çareserkirina krîza li Sûriyê komîteyeke destûrê ya wî welatê hat damezrandin. Çimkî tenê nivîsandina destûreke nû dikare rê li ber pêkanîna hilbijartinên demokratîk veke. Belê rast e, di nav komîteyê de nûnerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nînin, lê divê hebin. Nûnerên grûbên din ên Kurdan hene. Ji bo gavên paştir, ji bo nûnerên Kurdan jî cihê di nav komîteya destûrê de hebin, divê em ligel komîteyê kar bikin. Çimkî bêyî Kurdan Sûriyeke aram û bihêz dê neyêa avakirin. Niha mijara herî girîng destpêkirina pêvajoya siyasî ye. Tenê bi lihevkirina Esed û piştgirên wî nabe. Divê pêvajoya siyasî rê ji vegera penaberan re veke. Heta dîktatorekî weke Esed li ser desthilatdariyê be, penaber naxwazin venagerên bo mal û cihên xwe. Penaber ji wî ditirsin, ew mafê wan e. Gelek belge di destên me de hene ku li herêmêm jêr desthilatdariya Esed zext li ser xelkê heye.

Bi nêrîna te ezmûna Kurd dê li Sûriyê bimîne?

Bêguman Kurdên li bakurê Sûriyê xwedî ezmûneke baş a rêveberiya xwesert hene. Bi heman awayî li bakurê Iraqê (mebesta wî Herêma Kurdistanê ye) heye. Divê ev statû di destûrê de û bi hilbijartineke demokratîk were garantîkirin. Li Tirkiyê jî Kurdan azmûneke baş a beşdarkirina hilbijartinan heye. Herwiha ev heyameke dirêj grûba Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li parlamentoya Tirkiyê heye û çend şaredarî ji aliyê HDPê ve hatine bidestxistin. Tirkiye bi girtina parlamenter û dûrxistina kar a şaredarên HDPê kareke şaş dike. Ev yek zerarê dide demokrasiyê û terorê bihêz dike. Şaşiya herî mezin a Tirkiyê bidawîkirina pêvajoya aştiyê bû. Ez bixwe çûm Amedê û min ligel çend aliyên peywendîdar hevdîtin kirin. Derbarê vê mijarê de nêrînên HDP û AK Partiyê weke hev bûn. Wan dixwest pirsa Kurd bi rêbazên siyasî were çareserkirin. Mixabin bawerî di navbera wan de nemaye û gelek tişt hatin guhertin. Lê her dîsa divê pirs bi rêyên siyasî bêne çareserkirin, çimkî rêyên di rewşê xirabtir dikin.

Almanya û Tirkiye peywendiyên bihêz hene. Ji bo gavên tu behsê dikî ti hewldanên hikûmeta Berlîn û Ewropayê hene?

Metirsiya herî mezin ew e ku li Tirkiye îşkence zêde bibe û bibe diyardeyek. Derbarê girtiyên wendayî de agahî li ba me hene, ev rewş xirabe. Em di vê mijarê de zextan li Tirkiyê dikin. Qedexeya firotina çekan jî di vê çarçoveyê de ye. Lê divê em her ligel Tirkiyê peywendiyên xwe qut nekin. Tirkiye endameke NATOyê ye divê bo endambûna Yekîtiya Ewropayê jî derfet jêre bê dayîn. Bi vî awayî em dikarin çavdêriya dosyayên li Dadgeha Mafên Mirovan a li Strasburgê bikin. Bi min şaş e Tirkiye ji Yekîtiya Ewropa û welatên rojava were dûrxistin.

Almanya amade ye bo bakurê Sûriyê hêza leşkerî bişîne?

Niqaş li ser Navçeya Aram hene û mijareke balkêş e. Lê mixabin, helwesta Tirkiyê cuda ye, jixwe ya Esed hêj cudatir e. Piştî ku hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûriyê vekişiyan, Tirkiye û Rûsyayê li Soçiyê li hev kirin. Eger Rûsya qebûl bike, dibe artêşên welatên Ewropayê herin li bakurê Sûriyê Navçeya Aram ava bikin.

RÛDAW

bottom of page