Fransa û Almanya ji kuştin û serkutkirina xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta Îranê ve nîgeran in!
Xwepêşandan û nerazîbûna xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî zilma rêjîma îslamî ya Îranê didome. Heta niha gelek kes ji aliyê pasdar û besîcên Îranê ve hatine kuştin, gelek kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.
Berdevka hikûmeta Almanya, Ulrike Demmer îro li ser rewşa Îranê daxuyaniyek da û ragihand, ew ji kuştin û serkutkirina xwepêşanderan ji aliyê hêzên Îranê ve nîgeran in.
Demmer daxwaz ji hikûmeta Tehranê kir, bihêle bila xelk azadane nerazîbûna xwe bînin ziman.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransa jî nîgeraniya xwe li hember girtin û kuştina xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta Îranê ve anî ziman û ragihand, ew rewşa Îranê bi hûrî çavdêrî dikin.
BasNews