HDP ji Komîsyona Mafên Mirovan vekişiya
Her yek ji Ebru Gunay, Omer Faruq Gergerlîoglu û Meral Daniş Beştaş, konferanseke rojnamevaniyê li parlamentoya Tirkiyê encam dan û amaje bi wê kirin, di kombûna îro ya Komîsyona Mafên Mirovan li parlamentoyê, sivikatî bi wan hatiye kirin û ji ber hindê biryara vekişînê ji wê komîsyonê dane.
Parlamenterên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) daxwaza demildest azadkirina Serokê Rêxistina Ciwanan a HDPê kirin ku nêzikî 10 roj e desteserkirî ye û parêzeran jî selmandine ku di girtîgehê de azar û îşkence li wî hatiye kirin, lêbelê parlamenterê MHPê Metîn Nurullah Sazak, zimanekî kirêt bikar anîbû û gotibû, “bireke kuçikan wan terorîstan diparêzin” û ji ber van gotinên wî alozî û nerazîbûnê di kombûnê de rû dabû.
Parlamenterên HDPê di konferansa rojnamevaniyê de tekezî li ser wê yekê kirin heta ku ew parlamenterê MHPê bi fermî daxwaza lêborînê neke, bi ti şêweyekê venagerin û kar û barên komîsyonê jî boykot dikin.
Hevkat parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sakik, weke bertekek li hember danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, daxwaz ji hevserok û serkirdeyên HDPê kir ku biryara destjikarberdana tevahiya şaredarên HDPê bê wergirtin û ji hemû şaredariyên mayî vekişin.
Vê daxwaza Sirrik Sakik dengvedanek hebûye û hejmareke parlamenter û berpirsên HDPê jî heman daxwaz arasteyî hevserok û serkirdayetiya HDPê kirine.
Roja 13ê Mijdarê li ser fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm bo şaredariyên HDPê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatibûn danîn û bi vî awayî hejmara şaredariyên di destê HDPê de ku li ser qeyûm hatine danîn gihişt 20an.
RÛDAW