Çekdarên ser bi Tirkiyê ve mal û milkên sivîlan li Serê Kaniyê talan dikin
Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên taybet ji nav Serê Kaniyê bi dest xistine ku tê de diyar dibe, ku çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve mal û milkên welatiyên sivîl ên Kurd talan kirine.
Di dîmenan de diyar dibe ku çekdaran malek bi temamî talan kirine.
Çekdaran ji bilî amûr û tiştên li nav malê, derî û pencere jî hilkirin û dizîne û kelûpelên din jî li nav malê belav kirine.
Medyakarekî Kurd ê bi navê Orhan Kemal ku xelkê Serê Kaniyê ye û bi zorê hatiye neçarkirin ku dest ji mala xwe ya li Serê Kaniyê berde, ji Rûdawê re behsa rewşa nav Serê Kaniyê dike.
Orhan Kemal dibêj: “Komên Sultan Murad û Ehrar el Şerqiye û komên Hemzat ku li Serê Kaniyê belav bûne, bêrêzî û sivikatiyê bi xelkê bajêr û kesên ku vedigerin ser malên xwe dikin, wan digirin û îşkence dikin.”
Kemal herwiha diyar kir, çekdaran amûr û keresteyên çandiniyê yên xelkê Serê Kaniyê dizîne û tekez kir, ku gundên Şukriye û Can Temir ku gundên Kurdên Êzidî ne, mal û milkên xelkê hatine talankirin.
Wî çalakvanê Kurd ji Rûdawê re got, çekdarên ser bi Tirkiyê ve herwiha 300,000 lître sotemenî ji stasiyonên nav bajarê Serê Kaniyê dizîne û tekez kir, proseya destdanîna ser malên welatiyên Kurd li Serê Kaniyê hêj berdewam e.
Piştî ku artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi dehan gundên derdora wan bajaran xistine bin kontrola xwe, dest bi ser mal û milkên wan kesan de digirin, ku ji ber şer ji bajêr reviyane û koçber bûne.
Li gor çalakvan û medyakarê Kurd, Orhan Kemal, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve ew çend roj in, hilgirtina telefonên mobayl ji aliyê xelkê ve qedexe kirine, daku ti wêne û dîmenên dizîn û talankirinê ji Serê Kaniyê dernekeve derve, lê belê tevî wê yekê, heta niha hin wêne û dîmenên talankirina mal û milkên xelkê Serê Kaniyê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve belav bûne.
RÛDAW