Yekemîn pêşangeha navnetewî ya pirtûkan li Silêmaniyê tê vekirin

Îro 14.11.2019ê bi boneya 235.mîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê şîrketa Agles Alaeyl bi alîkariya odeya bazirganî û pîşesaziya Silêmaniyê, yekem pêşangeha navnetewî ya pirtûkan bi dirûşmê ‘’Pirtûk Ronahiya Jiyanê ye’’ vedike.

Yekemin pêşangeha navnetewî ya pirtûkan a Silêmaniyê, îro demjimêr 10:00ê bi merasîmekî amadebûna nivîskar û rewşenbîrên civakî ya Taslûce ya ser bi nahyeya Bekreco ya nêzîk Silêmaniyê ve tê vekirin.

Di pêşangehê de zêdetir ji 180 navendên çap û weşanxaneyên pirtûkên li herêma Kurdistan, Iraq, Rojhilatê Kurdistanê, Îran û welatên erebî bi sedan navnîşanên nû yên pirtûkan ve beşdarî dikin.

Yekem pêşangeha navnetewî ya pirtûkan li Silêmaniyê, dê 10 rojan berdewam be û li gel wê dê pêşangehê de hin çalakiyên çandî, hunerî û wêjeyî û semîner birêve biçin.

BasNews