top of page

Serokê Rêxistina HDPê ya Dîlokê hat desteserkirin

Serokê Rêxistina HDPê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê Muslum Kiliç bi îdîaya “propagandeya rêxistina ‎terorê kiriye” hat desteserkirin. ‎

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye destpêkirin de, bi tohmeta ku ‎‎”peywendiya wan ligel rêxistinê heye” û “propagandeya terorê kirine” biryara desteserkirina gelek ‎kesan hat dayîn.‎

Îro Pêncşemê serê sibehê di operasyonekê de Serokê Rêxistina HDPê ya Dîlokê Muslum Kiliç jî di nav ‎de, gelek kes hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku piştî pişkinîna tendirûstî bo Rêveberiya Asayîşê ‎hatine veguhestin daku lêpirsîn ligel wan were kirin.‎

Hêzên Polîs û Polîsên Tevgera Taybet li ber avahiyên rêxistina HDPê ya bajêr û rêxistina HDPê ya Şehîd ‎Kamil gelek tedbîrên ewlekariyê wergirtin. Herwiha hêzên polîs ketin nav avahiyan û dest bi lêgerînê ‎kirin.

RÛDAW

bottom of page